|

"Hewcedarî bi şanoya neteweyî heye"
09 Adar 2008
Midûrê Şanoya Kurdistanê ya girêdayî Wezareta
Rewşenbiriya Başûrê Kurdistanê Sabah Abdulrahman di demên şer ên herî
gur de şanogerî kiriye got ku ew gihîştine wê qonaxê ku şanoya Neteweyî
ya Kurdî pêk bê. Sabah Abdulrahman, di sala 1945’an de li Hewlêrê hatiye
dinê, 4 salan akademiya şonayê xwendiye û niha Midûrê şanoya Kurdistanê
ya girêdayî Wezareta Rewşenbiriya Başûrê Kurdistanê ye. Abdulrahman, ji
sala 1968’an heta sala 1970’yî çend lîstik pêşkêş kirine û di sala
1968’an de cara yekem lîstikek ji erebî wergêrandiye kurdî û pêşkêş
kiriye. Abdulrahman, di sala 1970’yî de cara yekem dramayeke kurdî ji bo
televîzyoneke li Kerkûkê çêkiriye.
Beriya salên 1991’ê zehmet bû
Abdulrahman, destnîşan kir ku di salê de 2-3 lîstik û 2-3 bername ji bo
televîzyonê çêkirin û ev rewş heta sala 1991’an bi vî rengî dom dike.
Abdulrahman, da zanîn ku lîstikên wan bi awayekî sembolîk nîşan didan û
wiha got: “Di lîstikên xwe de me gelek pirsgirêk bi Iraqê re jiya. Lê
leşkerên Iraqê me ji ser sahneyê dadixistin. Dihatin salonên me yên
şanoyê mohr dikirin.” Abdulrahman, bilêv kir ku beriya salên 1991’ê
pêşkêşkirina şanoya bi kurdî gelekî zehmet bû û axaftina xwe wiha
domand: “Tu şert tunebû. Lê dema me lîstik çêdikirin encamên wê pir baş
bûn. Çawa şervanên me li çiyan şer dikirin, şanogerên me jî li bajêr
wiha şer dikirin. Tabî di wateya teatral de.”
Li Başûr 16 komên şanoyê
Abdulrahman, got ku di şanoya başûrê Kurdistanê de qasî serê derziyê jî
lekeyek tune, şanoyan wan ne ji bo rejîmê ji bo xizmet kiriye.
Abdulrahman, diyar kir ku şanoya kurdî ji sala 1960’î heta sala 1990’î
ji bo têkoşîna gelê kurd, gelê kurd û çanda wê xizmet kiriye, lê piştî
serhildanê dê şanoya kurdî çi bike, projeyek me tune bû, şano dihat
kirin lê ne akademîk bû û bernameyeke wan tune bû. Abdulrahman, daxuyand
ku îro li Kurdistanê, li Silêmaniyê 8 komên me yên şanoyê, li Hewlêrê 5,
li Duhokê jî 3 heb hene û wiha got: “Ev hemû girêdayî Daîreya şanoyê ya
Wezareta Çandê ne. Di rastiya xwe de hemû komên taybet in. Lê ji
Wezareta Çandê piştgiriyê digirin. Hemû jî ne profesyonel in. Gel piştî
serhildanê berê xwe dan şanoyê. Hem karên xwe û hem jî hunera şanoyê
dikin. Li cem me şano ne weke pîşeyekê ye.”
Hewcedarî bi şanoya neteweyî heye
Abdulrahman, da zanîn ku divê şanoya kurdî bibe şanoya cîhanê û wiha
got: “Weke şanoya kurdî divê em singekî di şanoya cîhanê de biçikilînin.
Divê bijartina şanogeran ji aliyê gel be, ne ji aliyê hikûmetê be. Çawa
Kurdistan û gelê kurd heye, divê şanoya kurdî jî hebe.” Abdulrahman, di
berdewama axaftina xwe de got ku hewcedariya şanoya kurdî ya neteweyî
heye û axaftina xwe wiha dirêj kir: “Em gihîştine qonaxa ku divê şanoya
kurdî ya neteweyî hebe. Mebesta şanoya Kurdî ya Neteweyî divê çi be;
hemû çanda kurdî, hest, jiyan, serpêhatî, felaket divê mijara vê şanoya
me be. Hemû şanogerên Kurdistanê, yên li her çar parçeyan, Ewropa û hemû
kesên li cîhanê şanoya kurdî bi profesyonelî dikin ji bo çêbûna vê
şanoyê divê bibin faktorek. Bi bernameyeke berfireh repertuarek çêbibe û
hemû kurd di hundirê wê de bin.” Abdulrahman, anî ziman ku wî vê projeya
xwe di sala 2004’an de ji bo Wezareta Çandê pêşkêş kiriye.
Biryara konferansan dane
Abdulrahman ji bo vê projeyê got ku wan ji bo konferansê biryar dane û
wiha got: “Em ê sê Konferansên şanoya Kurdî ya Neteweyî pêk bînin.
Konferansek me li Hewlêrê çêkir. Konferansa duyem dê li Silêmaniyeyê pêk
bê. Ev konferans bi beşdariya şanogerên li Silêmaniyeyê dê pêk bê.
Konferansa sêyemîn dê hemû şanogerên kurd beşdar bibin, bi beşdariya
şanogerên li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dê pêk bê. Çi tiştên ku der
barê şanoya kurdî de dê di vê projeyê de bê bicihkirin û ev proje dê
pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bikin. Parlamento dê vê projeyê di
çarçoveyeke qanûnî de çêbike. Piştre hikûmet dê pêşengiya avakirina vê
saziyê bike.”
AYDIN ORAK/ ANF / HEWLÊR
çavkanî:DENGÛBAS
KURDISTAN
|