|

"Kurd gihîştine asta sînameya nûjen"
20 Nîsan 2008
Di
20'emîn salvegera 'Roja Enfalê' de li Herêma Kurdistana Federal, li
bajarê Hewlêrê cara yekemîn fîlmê sînemayê yê bi navê 'Dayîkanî Min' ku
enfalê vedibêje hate pêşkêşkirin û ji aliyê temaşevanan ve gelekî hate
ecibandin.
Di 20'emîn salvegera 'Roja Enfalê' de li Herêma Kurdistana Federal, li
bajarê Hewlêrê cara yekemîn fîlmê sînemayê yê bi navê 'Dayîkanî Min' ku
enfalê vedibêje hate pêşkêşkirin û ji aliyê temaşevanan ve gelekî hate
ecibandin.
Li bajarê Hewlêrê bi munesebeta 20'emîn salvegera 'Roja Enfalê' ku ji
aliyê rêjîma Bassê ve di 14'ê nîsana 1988'an de pêk hatibû, li Hola
Pêşawa bernameyek hate lidarxistin. Di bernameya ku bi deqeyek
rêzgirtinê dest pê kir de, 525 şanoger, sînemavan, rewşenbîr, xwendekar,
rayedarên Herêma Kurdistana Federal û gelek kesên din amade bûn. Piştî
rêzgirtinê fîlmê bi navê 'Dayîkanî Min' ku enfalê vedibêje, hate
pêşkêşkirin. Filmê ku 52 deqeyan dom dike û di sal û nîvekê de hatiye
amadekirin, piranî li ser êş û azarên dayîken kurd ku zarok û xizmên xwe
di enfalê de winda kirine ye.
'Kurd dikarin Guneyekî nû biafrînin'
Piştî pêşandana fîlmî, derhênerên filmê 'Dayîkanî Min' Îbrahîm Şehîdî û
Zehaw Sencawiye destnîşan kirin ku di destpêkê de wekî proje dest bi kar
kirin û di encama projeyê de fîlmekî dokmanterî derketiye holê.
Derhênerê kurd Behman Gobadî jî li ser film nêrînên xwe anîn ziman û
wiha got: "Xweziya ev berhem a min bûya û ez derhênerê vî filmî bûma. Ne
ji ber ku xirab hatiye çêkirin, na ez wisa nabêjim, ji ber ku di asteke
herî bilind de hatiye çêkirin. Ev nîşan dide ku sînema li cem me kurdan
jî pêşve diçe. Babetê filmê wisa dike ku ez bêjim xwezî film a min bûya.
Ez bawerim wê di nava kurdan de Yilmaz Gunayekî nû derkeve."
Piştre derhêneran, civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan
ên der barê zehmetiyên fîlm û xebatan de bersivandin.
çavkanî:DENGÛBAS
KURDISTAN
|