|

Filma Clos-Up Kurdistan bo çapemeniya alman hate nîþandan
01 Adar 2008
Fîlmê derhênerê ciwan Yûksel Yavuz ê bi navê
Clos-Up Kurdistan ji hêla Mîtosfîm ve ji bo çapemeniya alman hate
nîþandan. Di fîlm de bi berfirehî analîza rewþa welatê kurd tê kirin û
li ser sedemên neçarmayîna kurdan a ji bo þerê çekdarî, derketina jinan
a çiyan, rastiya kontr gerîla û þerê qirêj û wd. tê sekinandin. Di fîlm
de derhêner Yavuz jî wekî fîgûrekî girîng û li gel malbata xwe cih
digire û bajarê ku Yavuz lê hatiye dinê Qereçoçan-DEP jî wekî ciyekî
navendî tê pêþkêþkirin. Fîlm bi çîroka Yavuz a di dibistana înternat de
ku ev wargeh ji bo siyaseta tirk-kirinê ya dewleta nijadperest wek
dibistanên bingehîn in dest pê dike. Yavuz fîlmê xwe hem bi awayê çîrokî
ku caran mirov dibêje qey normal e dihone, lê her wisa jî bi belge û
þahidan babeta xwe dewlemendtir dike. Di fîlmê ku ji aliyê kanalên tv
yên Arte ya fransî û WDR a alman û þîrketa kurd Mîtosfîlm ve hatiye
fînanse û organîzekirin de kesên wekî sosyolog dr. Îsmaîl Beþîkçî, Orhan
Mîroglu, kevne gerîlayên wek Ulî Çekdar û Bêrîvana cizirî, herwisa
endamê JITEMê yê berê Abdulkadîr Aygan jî cih digirin. Close up
Kurdistan: Almanya 2007 - Derhêner: Yüksel Yavuz - Lîstikvan û beþdar:
Dr. Îsmail Beþikçi, Beriwan, Abdulkadir Aygan, Uli Çekdar, Ali Yildirim,
Orhan Miroglu, Eyþe Sipendarik - Dem: 104 dq. - Di 6.12.2007 an de li
sînemayên Almanya ye. Fîlmê dokûmanter ê Yûksel Yavuz ê bi navê CLOSE-UP
KURDISTAN, (Di plana nêzîk de Kurdistan) di meha berfenbarê (kanûn) de,
dê li sînameyan Almanya bê nîþandan.
Analîzek li ser kemalîzmê
Di fîlm de sosyolog û têkoþerê azadiyê îsmaîl Beþîkçî bi nimûneyên ji
serpêhatiyên xwe ku ji ber bilêvkirina pirsgirêka kurd 17 sal di
zindanan de maye, rewþa bîrdoziya fermî ya Kemalîzmê analîz dike.
Beþîkçî li ser sedemên derketina ciwanên kurd ê çiyan, tevlêbûna jinan a
gerîla û planên tirk-kirinê ya dewletê bi nimûneyên zindî þîrove û
analîz dike.Di fîlm de Orhan Mîroglu ku yek ji muxalifê dewletê yê ji
serdema salên 70 yî ye jî, li ser rewþa darbeya faþîst a 12 ê îlonê
disekine û serpêhatiyên xwe yê heta cînayeta rewþenbîrê kurd Musa Anter
ku Mîroglu jî di wê êrîþê de ji mirinê filitîbû, vedibêje. Herwiha
kevne-gerîlayên wek Bêrîvana Cizîrî û Ulî çekdar jî di fîlmê Yavuz de
weke þahid û dozdarên bûyerên girîng ên li Kurdistanê cih digirin.Di vî
teþe û terzê de fîlmê yekemîn e ku bi profesyonelî hatiye kiþandin. Fîlm
li welatên wekî Swêd, Almanya, Fransa, li bakûr û baþûrên Kurdistanê û
li Tirkiyeyê di encama rêwingîtiyeke dirêj de hatiye himatê. Di fîlm de
Abdulkadîr Ayganê endamê berê yê Kontr-gerîlaya tirk jî çîroka xwe ya bi
JITEM ê re ku çawa ketine xwîna bi sedan welatparêzên kurd vedibêje û
wisa jî leþkerekî tirk ê bi navê Alî Yildirim ê li Hekkariyê tevlê þer
bûye, li ser dijwarî û dij-miroviya þerê qirêj disekine û serpêhatiyên
xwe radigihîne. Xwedî û berpirsyarê þîrketa Mîtosfîlm Mehmet Aktaþ
derbarê fîlmê nû
CLOS-UP KURDISTAN de ev agahî dan:
“ Di destpêkê de konsepta fîlmê me cuda bû; Yûksel Yavuz dixwest tenê du
eniyên þer, leþker û gerîla bide nîþan. Lê ev ji aliyê tv yan ve nehat
pejirandin. Herwiha me xwest ku panoramayeke ji þerê bîst salan tomar
bikin. Þer çi ye, sedemên wê çi ne? Ji ber ku ez jî þahidekî vî þerî me
û Yûksel jî di vî þerî de gelek heval û merivên xwe winda kirine û wek
malbat bûne alîkî vî þerî, em baþ bi rastiya þer dizanin.”
Armanca fîlm agahdarkirina biyaniyan e
Aktaþ dide zanîn ku fîlm bi giranî ji bo agahdarkirina gel û rêveberên
ewropî hatiye amadekirin. Lê di heman katî de jî kurdên ji vî þerê qirêj
bûne xwedî par jî dê bi berfirehî xwe di nav çîroka fîlm de bibînin.
Kesên pêwendîdar dikarin agahdariya zêde ji vê navnîþanê bigirin:
www.closeup-kurdistan.de
çavkanî:DENGÛBAS
KURDISTAN
|