|

'Bahoz'ê serdemekê rabû
22 Nîsan 2008
Fîlmê
derhêner Kazim Oz "Bahoz" yekem car di Festîvala Fîlman a Stenbolê de
hat nîþandayîn û bi eleqeyeke baþ re rû bi rû ma.
Memal di ezmûnan de bi ser dikeve û ji bo xwendina li Zanîngeha Stenbolê
tê Stenbolê. Di vê bajarê qelebalix de bi tenê ye, di nav demê de
hevnasîna wî bi komeke ciwanên þoreþger re pêk tê.
Bi yek ji rêveberên komê Hêlînê re dikeve nav
pevçûna nasnameyê û piþt re hay ji nasnameya xwe ya kurdî dibe, dikeve
nava xebata têkoþînê ya ciwanan. Pêre Cemal dest bi xwendinê, lêkolînê
dike. Rojda û Orhan jî ji heman rêyê derbas dibin û dûre dibin endamên
aktîf ên komê.
Fîlm çîroka ciwanên 18-19 salî, fikrên wan ên 'þoreþger', veguherîna wan
pêþkêþ dike. Fîlmên ku têkoþîna xwendekarên kurd ên salên destpêka
1990'an pêþkêþ dike di heman demê de cih dayîna Musa Anter (Dicle Anter
rola wî lîstiye) wî bibîr tîne.
Derhêner Kazim Oz li ser fîlm wisa dibêje, "Fîlm serdema ku ez bûme
þahid, serdema bi bahoz a ku bûyer û karakterên awarte jê derketin bi
zimanê sînematografî pêþkêþ dike. Di serdemeke ku her tiþt sakin
dimeþeke de bahozeke radibe û her tiþtî serobino dike."
Fîlmê ku serlîstikvaniya wê Cahit Gok, Havin Funda Saç, Selim Akgul,
Asiye Dinçsoy, Ali Geçimli, Ali Surmeli kiriye duyemîn fîlmê metrajdirêj
ê Kazim Oz e. Oz pêþî kurtefîlmê "Ax" kiþandibû, dûre fîlmê metrojdirêj
"Fotograf", piþtî vê jî belgefîlmê bi navê "Dûr" kiþandibû.
Fîlmê "Bahoz" ku kurdî-tirkî ye digel pêþkêþkirina rêxistina serdemekê,
cureyên çalakiyên wan, henekên serdemekê wekî nostaljîk jî pêþkêþ dike.
Notên ji fîlm:
Bahoz di navbera sermawez 2006-reþemî 2007'an de li Dêrsim, Stenbolê
hate kiþandin. Hin beþ li Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Marmara ya
Haydarpaþayê, li Hertek, gundê Kedek (Li Ocaik), li ser rêya
Erzîncan-Dêrsimê, hin beþ jî li Fabrîkeya Sumerbank a li Beykozê hatin
kiþandin. Li piþt kamerayê ekîbeke ji 60 kesî pêkhatî peywirê xwe anî
cih.
- Ji bo fîlm bi nêzî 20 karakterî re 5 hem hevdîtin pêk hatin, prova
hatin kirin. Ev 20 kes ji nav 650 kesî hatin hilbijartin.
- Di fîlm de nêzî 2 hezar lîstikvanên duyem û fîgurasyonî kar girt ser
milê xwe.
- Ji bo di fîlm de bêne bikaranîn rojname û kovarên salên 1992-93'yan ji
nû ve hatin çapkirin, afîþ û erebeyên wê demê hatin bikaranîn, hin sehne
bi taybetî hatin amadekirin. Her wiha gelek afîþ û molotof jî hatin
amadekirin.
- Di dema kiþandina fîlm de di heman demê de belgefîlmekî bi navê
"Vejîna Bahozê" ku piþtperdeya fîlm nîþan dide hate amadekirin.
Kunye:
Bahoz / Firtina / The Storm
Senaryo û Derhêner: Kazim Oz
Lîstikvan: Cahit Gok, Havin Funda Saç, Selim Akgul, Asiye Dinçsoy, Ali
Geçimli, Ali Surmeli
Cîgirê Derhêre: Fesih Alpagu, Aziz Çapkurt
Derhênera Hunerê: Selda Çiçek
Derhênerê Dîmenê: Ercan Ozkan
Muzîk: Ayhan Akkaya, Vedat Yildirim, Burak Korucu (BGST)
Ronahî: Bulent Zandarli
Sazkirin: Mezopotamya Sinema û Yapim 13 Fîlm Produksiyon
çavkanî:DIYARNAMEAWAR DENGÛBAS
KURDISTAN
|