Berendamên Oscara 84'emîn diyar bûn; Kîjan fîlm li pêşe?

Berendamên xwelatên Oscara 84'emîn hatin eşkere kirin.

Fîlmên Hugo û The Artistbûn fîllên herî zêde namzetî bidestxistin.

Xelat wê 26ê sibatê de bên dayîn.

Berndamên Oscara îsal ewin

Giloverên zêrîn çûn kîjan destan?

Ji xelatên herî xwedî prestîj yên sînema û televîzyonê “Gilovera Zêrîn” gihîştin xwediyên xwe.

Fîlmên  “the artist” û “the disendins’ mohra xwe li merasîma ku îsal cara 69’emîn hat lidarxistin dan. Xelata fîlma herî baş bi fîlma “sepereyşin’ ve îranê stand. Martin sikorsisi jî bi fîlma Hugo ve xelata derhênerê herî baş stand.

Rexneyek ser fîlma Doz

Fîlma Doz, ku tê de stranbêj Dîyar û Zozan dilîzin, yek ji wan berheman e, ku di van salên dawîyê de li Kurdistana Başûr bi budçeyeke weha mezin hatiye saz kirin. Lê belê, di warê senaryo û listîkvanîyê de gelek li jêr bendewarîyan de maye. Bawer dikim, ku sedema vê yekê ew e, ku Vîyan Mayî derhênerîya fîlmê kiriye û hunermendên wekî Dîyar û Zozan tê de rol stendine. Ji ber ku fîlma 30 deqîqeyî ya derhênerê, ya bi navê Kevoka Spî, ku di 2008ê de kişandibû, gelek deng vedabû û di çendîn festîvalên navneteweyî de hêjayî gelek xelatan hatibû dîtin û ecibandin.

3 fîlmên nû; Leydî ya Hêsin, Melankolia û Keçika Bi Deqa Ejderhayê

Vê hefte 3 fîlmên balkêş di vîzyonan de ye. 

Fragmana 15 fîlmên mezin ên 2012'an

2012'an de dê ew 15 fîlm mora xwe li rojeva sînemayê bixin. Her sal di destpêka sala nû de malper û rexnegirên filmên sînemayî lîsteya filmên ku di sala nû de divê bihê nîşan dan amade dikin.

Filmek ser jiyana qaçaxçîyan; Kanîya Lîço

Kuştina 35 ciwanên Roboskê , carekî din mijara kaçaxçîtîyê derxist holê. Kaçaxçîtî rastîyeka bajar an gundên li ser sînoran e û bi hezaran Kurd bi rêya kaçaxvanîyê debara xwe dikin. Her çend heta neha îstatîstîkek li ser kuştina kaçaxçîyan nehatibe kirin jî tê zanîn ku, li Wan, Şirnex, Çolemêrg û gelek bajarên ku li ser sînor in, bi dehan kaçaxçî her sal li ji alîyê leşkeran, di dema derbaskirina sînoran de tên kuştin.

2 fîlmên nû; Rojnivîskên Ecêb û Saeta Tarî



Vê hefte du fîlmên nû di vîzyonên cîhanê de ne...

Fîlmçêker gotin "George Clooney"

Yekîtiya Fîlmçêkerên Emerîkayê 10 nemzetên fîlmê herî baş ên salê eşkere kirin.

Li gor lîsteyê 2 fîlmên George Clooney ‘The Ides of March' û ‘The Descendants’ di nav vê lîsteyê de cîh dgirin. Clooney ‘The Ides of March' de him derhêner bû him lîstikvana sereke û di ‘The Descendants’ê de jî wek lîstikvana sereke cîh girtibû.

Kîjan film di 2011ê de zêdetir hatine daxistin (video)

Lîsteya berztirîn dereceya dakişandin û kopye kirina neqanûnîya filma di sala 2011ê de wehaye:

Filmê "Sucker Punch" 2,7 milyon car, filmê "Fast Five" (Fast & Furious 5) 2,9 milyon car,  filmê "Thor" 3,8 milyon car, filmê "Rango" 4,6 milyon car,

Kurd û sînema

Em dizanin ku sînema hunera herî dawiyê ye ya li ser rûyê erdê. Em dikarin bêjin hinekî jî zaroka teknolojiyê ye. Pêşketinên ku di sînemayê de diqewimin êdî rojane ne. Roj tune ye ku aliyekî sînemayê pêş nekeve. Ji hêlekê ve sînema serê xwe girtiye û çûye, ji hêla din ve jî sînemayê bi hemû şaxên hunerê ve peywendiyek çêkiriye.

10 fîlmên herî biqelîte ên 2011'ê


Listeya li gor çend rexnegirên sînemayê hatiye pêk anîn wisa ye;

4`mîn Festîvala fîlmên Kurdî li Silêmaniyê

Duh piştî nîvro li salona Tewar a Silêmaniyê 4`mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Silêmaniyê bi nîşan dana fîlma “westiyayî/Mandû’’ ya derhêner Îbrahîm Se`îdî dest pê kir.

Festîval bi Rêvebiriya Hunera Sînemayê ya Silêmaniyê ku girêdayî Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê tê sazkirin.

Eva Green dibe "xwedawend"

Lîstikvanê populer Eva Green dibe ku beşdarî projeya ‘300: Battle of Artemisia’ ê be.

Yekemîn mihrîcana filmên jinan 15’emîn salvegera xwe pîroz dike

Li Tirkiyeyê yekemîn mihrîcana filman a jinan “Mihrîcana Filman a Jinan a Ûçan Supurge (Gêzika Difire)” dikeve temenê xwe yê 15’emîn. Mihrîcan wê di 10-17’ê gulana 2012 de dest pê bike û serlêdan heta 1’ê adara 2012 têne qebûlkirin.

Xelatên Mîhrîcana Yilmaz Guney hatin dayîn

2'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd ya Yilmaz Guney ku li Êlihê hate lidarxistin bi dawî bûn. Xelata belgefîlma herî baş dan 'Halabja- Helepçe' û di kategoriya kurtefîlmê kurdî de jî xelata fîlmê herî baş dan fîlmê "Pera Berhangê."

Di 5 deqiqeyê de 230 fîlmên 2011'an

Di salê de pirtir ji sed filim tê çêkirin û ji bo dîtina eva filma divê gelek pare pê bihê xerc kirin û demekê zêde pê divê da ku mirov bikare hemû filman bibîne.

Li festîvala Duhok-Berlînê de 4 fîlm hatin xelatkirin

Endamê lêjneya bilind a festîvala fîlman a Duhok-Berlînê, Mesûd Arif, diyar kir, 3 fîlmên kurdî di festîvalê de hatin xelatkirin.

6 fîlmên nû; Zarokê bi Bisîklet, Sherlock Holmes, Mîkrofon, Di pasteyê de para min, Carnage û Alvîn û Sîmore 3



Vê hefte 6 fîlmên nû di ketine nîşandayinê....

Bernameya 2. Mihrîcana Fîlman a Yilmaz Guney

2'yemîn Mihrîcana Fîlman a Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê amadekirin di 13'ê Kanûnê de bi bername û fîlmên rengîn dest pê dike. Di mihrîcanê de dê 40 fîlmên metraja kin, 22 belgesel, 7 çirokên fîlman, 10 fîlmên belgesel, 15 fîlmên kin û gelek bernameyên din di mihrîcanê de cih bigire.

Yek jê Kurdî 3 fîlmên nû; Rêç, Projeya Sîmonê û Moneyball


3 fîlmên nû di vîzyonan de ne....

Fîlmek ji sînemaya Kurdî; LI PARÎSÊ MIŞEXT

Zîrek lîstikvan û derhenêrek e, ku ji sala 1982ê û vir ve li Parîsê wekî penaber dijî. Ji ber ku ew nikare here Kurdistanê soz dide bavê xwe ku kurê xwe yê piçûk bişîne Kurdistanê da ku seredana wî bike.

7emîn festîvala fîlmên kurdî li Londonê qediya

7emîn festîvala fîlmên kurdî ku berî 9 rojan li Londonê dest pê kiribû, duhî bi dawî hat û biryar e, îro, xelatên festîvalê bêne aşkerekirin.Festivali London

"The Girl with the Dragon Tattoo" meha pêşiya me di vîzyonê de ye

Bi weşandina yekem wêne ji proje ya sînemayî, filmê drama ya "The Girl with the Dragon Tattoo" demekê nêzîk de li sînemayên cîhanê tê nîşan dan.

Ev film e ku ji alîyê "David Fincher" ve tê çê kirin ji bo nîşan dan ê, li 21 december û dest pê ka zivistana 2011 de amade dibe.

Ji Dil Heya Fram: Di Sînema de Jin

Hemû rengên jiyanê di hembêza jinê de cih digire û bedewiyeke bêpayan pêk tîne. Lê mixabin bi taybet ev xweşikiya wê wek metayeke kirîn û firotinê tê destgirtin.

Jin û sînema… Dema ku em vê mijarê binîrxînin û bidin gotin, ji aliyê tevgera azadiya gelê Kurd ve gelek  nirxên ku mirov behsa wan bike, hêjayî gotinê ne ku bikevin rojeva çapemeniya Kurd jî.

Vê hefte; Riya Ku Diçe Jor, Dara Jiyanê û Rêbaza Xeter di vîzyonê de ne


Vê hefte 3 fîlmên serkeftî di vîzyonên cîhanê de ne...

Gelo Dihok wê bibe ‘Holywood’ a Kurdistanê?

Festîvala Fîlmên Kurdî Berlîn-Dihok bi gaveke nû, ji îsal û pê ve li herdu bajaran wê bê li dar xistin. Piştî sê salên navberê festîvala fîlman ya îsal li Berlînê perdeya xwe bi axaftina Dr. Kawa Mahmud Şakir, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê Hikumeta Herêma Kurdistanê û dûre jî bi fîlmê Ogul (Law) vekir. Ev fîlm bi zaravayê zazakî ye û cara yekem e ku festîvalekê bi fîlmekî kirmanckî/zazakî vedibe. Festîval di 11ê Mijarê de dest pê kir û di 18ê Mijdarê de bi dawî bû.